Mûş- 7 endamên meclîsa bajêr yên HDPê ji erkên xwe hatin dûrxistin
Li Mûşê 7 endamên meclîsa giştî ya bajêr yên HDPyê di encama fermana Wezareta Karûbarên Navxweyî de ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Salîm Kaplan, aşkere kiriye kiriye ku herî dawî 7 endamên meclîsa bajêr ji wezîfeyê hatine dûrxistin û îdia kiriye ku şaredariyên navçeya navendî ya Mûşê û ya Melezgîrtê di encama rê û rêgezên dijhiqûqî û bi dek de ji destê wan hatine derxistin.
Kader Erol, Filiz Aydin, Ceyhan Aydemir, Suat Kalin, Mehmet Şakir Tugrul, Musa Kaya û Mehmet Demir, endamên meclîsa giştî ya Şaredariya Mûşê ji wezîfeyê hatine avêtin. Li Meclîsa Şaredariya Mûşê 26 endamên HDPyî, 19 AKPyî, 2 MHPyî û CHPyiyek hebû. Li gorî vê encamê endamên HDPyî daketiye 19yan.
Basnews
