• Thursday, 12 February 2026
logo

HSDyê 3 berpirsên DAIŞê kuştin

Gulan Media September 11, 2019 Nûçe
HSDyê 3 berpirsên DAIŞê kuştin
Hêzên Sûriya Demokrat 3 berpirsên DAIŞê li başûrê bajarê Hesekê li rojavayê Kurdistanê kuştin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belavkiriye, 3 berpirsên diyar ên rêxistina DAIŞê, li bajarokê Şedadê bi destê Hêzên Sûriya Demokrat HSD hatin kuştin. Ligor Rewangehê, wan serkirdeyên DAIŞê di tunêlekê de xwe veşartibun û nedixwestin xwe radestî HSD bikin û ji alî şervanên wan hatin gulebarinkirin. Rewangehê eşkere kir, ku yek ji wan kuştiyan Berpirsê Ewleyiyê yê wê rêxistinê bû, yê dûyem, Berpirsê Binçavkirinê li başurê bajarê Mûsilê bû, û yê sêyem jî, Berpirsê Ewleyiya Wîlayeta Dyala yê sala2013an bû.
Top