Berpirsekî PKKê: Ew malbat 10 salan jî li ber avahiya HDPê rûnên, zarokên wan venagerin!
Havîna 2015, şerê PKKê û hêzên Tirkiyê derbasî nav bajarên Bakûrê Kurdistanê bû. Dema hêzên Tirkiyê xwastin çeper û xendeqên ku hêzên PKKê li nav bajarên Cizîre, Diyarbekir, Nisêbîn û çend deverên din vedabûn, tijî bikin, di navbera her du aliyan de şer derket. Ji ber wê jî artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe dest bi operasyonek mezin li dijî PKKê kir.
Şerê herî giran li bajarê Cizîrê qewimî. Di jêrzemîna malekê de li Cizîrê, “bi dehan” çekdar û sivîl, ku piranî birîndar bûn û di wir de asê mabûn, hatin kuştin û şewitandin.
Li aliyekî din, heman salê li bajarên Enqere, Diyarbekir û Sirûcê teqînên mezin pêk hatibûn û bi sedan kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn. Herî zêde jî endam û alîgirên HDPê hatibûn kuştin di wan teqînan de.
Çend roj berê, serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, ku dixwaze partiyeka nû ava bike ji ber wê jî ji AKPê hatiye avêtin, gotibû, eger ez di şerê terorê de hinek tiştan bêjim hinek kes nikarin derkevin derve!
Wan gotinên Davûtoglu dengek mezin li nav Tirkiyê de veda. Gelek aliyan bi taybet HDPê daxwaz kirin Davûtolgu agahiyên zêdetir bide li ser gotinên xwe. Lê Davûtoglu tenê got, PKKê pêvajoya çareseriyê xera kir.
Endamê desteya serokatiya PKKê, Murad Karayilan ji radyoya PKKê re peyivîye û amaje bi gotinên Davûtoglu kiriye û gotiye, rêkeftina Dolmabahçe bo çareserkirina pirsgirêkaka kurd hatibû kirin. Lê Erdogan ji bo serokatiya xwe pêşiya wê girt. Teqînên Diyarbekir, Sirûc û Enqerê, bi destê DAIŞê hatin kirin lê haya Erdogan ji wan teqînan hebû, çimkî piroje û pilana wî bû.
Karayilan behsa rûdana kuştin û şewitandina birîndarên jêrzemîna Cizîrê jî kiriye û gotiye, di destê me da belge hene ku ew birîndar bi fermana Erdogan hatine kuştin û şewitandin. Ji ber wê jî wê çaxê parlementerên HDPê dixwastin wan birîndaran rizgar bikin, berpirsên dewletê û fermandeyên şer jî rizamendî nîşan dabûn lê paşê Erdogan bi rêka serokê MÎTê Hakan Fîdan fermanê dide fermandeyan û ji wan re dibêje ku divê ew bên kuştin. Îhtimal heye Davûtoglu jî behsa wan tiştan bike.
Wî berpirsê PKKê li ser wan malbatên ku bo zarokên xwe, yên ku çûne nav PKKê, li ber avahiya HDPê li Diyarbekirê kom bûne jî, gotiye, ew 10 rojan na lê 10 salan jî rûnên, ti kes venagere! Cihê wan li wir e!
Basnews
