• Friday, 15 May 2026
logo

Serok Barzanî: Tawana Helebceyê belgeya stemkariya neyarên gelê Kurdistanê ye

Gulan Media March 16, 2024 Nûçe
Serok Barzanî: Tawana Helebceyê belgeya stemkariya neyarên gelê Kurdistanê ye

Peyamek bo salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyê belav kir.

Îro Serok Barzanî bi minasebeta 36mîn salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyê peyamek belav kir û nivîsand: Tawana kîmiyabaran kirina Helebceyê belgeya stemkarî û eqiliyeta namovî ya neyarên gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî nivîsandiye; Piştî derbasbûna 36 salan bi ser karesata Helebceyê cîhê şermezariyê ye ku, hîn jî di nava dewleta Îraqê de xwesteke înkar kirin û jinav birina mafên gelê Kurdistanê tê dîtin.

 
 

Top