Dadgehê îtîraza serdozgeriyê ya ji bo berdana Demirtaş red kir
Dadgeha 20an a Cezayên Giran a Enqerê, derbarê îtîraza Serdozgeriya Komarî ya Enqerê ya li dijî biryara berdana Selahattin Demirtaş de biryara xwe aşkere kir û ew îtîraz red kir.
Dadgehê herwiha ragihand, biryara berdana Demirtaş li gor yasayê hatiye dayîn.
Roja 2ê Îlonê Dadgeha 19an a Cezayên Giran a Enqerê ji dosyeya sereke ku Demîrtaş di wê dosyayê de, bi ‘birêvebirina rêxistina terorê’ û ‘bangeşeya ji bo rêxistina terorê’ dihat tohmetbarkirin, biryara azadkirina Demîrtaş dabû.
Biryara azadkirina Hevserokê berê yê HDPê bi yekdengî hatibû dayîn. Lêbelê ji ber ku ji dosyayeke din, ji aliyê 26mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve li Demîrtaş 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn, ew nehatibû berdan.
Piştî vê biryarê, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê li dadgeke bilindtir îtîraz li dijî biryara berdana Demirtaş tomar kiribû.
Parêzerê Demirtaş, Mahsûnî Karaman roja 2ê Îlonê di derbarê biryara berdana Demirtaş de gotibû, ji ber ku ji dosyayeke din ceza lê hatiye birîn, niha nayê berdan, lêbelê piştî serlêdanan, ew li bendê ne ku Demirtaş bi mercê kontrola edlî di demeke nêzîk de ji zîndanê derkeve.
Herwiha Parlamentera HDPê ya Sêrtê, Meral Daniş Beştaş jî, dema ku Dadgeha 19an a Cezayên Giran a Enqerê biryara xwe ya derbarê Demirtaş de aşkere kiribû, gotibû, Demirtaş ev 2 sal û 10 meh in di zîndanê de ye û tekez kiribû, li gor biryarên Dadgeha Bilind, Demirtaş dikeve nav wê maweyê ku li gor yasayan, divê sala dawîn a cezayê xwe bi mercê kontrola edlî li derve temam bike.
Selahattin Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F a bajarê Edirneyê girtî ye.
Rudaw
