Nesrula: Bi rêbertiya Xamineyî şerekî mezin li dijî Amerîka û Îsraîlê dikin
Hesen Nesrulla di gotara xwe ya bi boneya şeva dawî ya Aşûrayê de ragihand: “Em şerekî mezin dikin. Amerîka û Îsraîl hewl didin bereya me dorpêç bike.”
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî got jî: “Serokê bereya me îro Îmam Xamieyî ye û navenda wê jî Komara Îslamî ya Îranê ye.”
Herwiha got, ew îro û sibe jî ew ê ji Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bibêjin, ne bi dorpêç, ne bi cezayan, ne hejarî û birçîbûnê îradeya wan nayê şikandin.
Ev daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî Hesen Nesrulla di demekê de ye, Amerîka Îran bi piştevana mezin a terorê li navçeyê tometbar dike û fişareke mezin xistiye ser wî welatî.
K24
