• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokatiya Parlamentoyê, nunerên kurd li Bexdayê û fraksiyonên Kurdistanê civiyan

Gulan Media September 9, 2019 Nûçe
Serokatiya Parlamentoyê, nunerên kurd li Bexdayê û fraksiyonên Kurdistanê civiyan
Fraksiyonên Kurdistanê û desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û nûnerên kurd li Parlamentoya Iraqê civiyan.

Îro li bajarê Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê civînek navbera fraksiyon û desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û nûnerên kurd li Parlamentoya Iraqê birêve çû.

Cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî di tora xwe ya civakî facebookê de hin wêne belav kirin û amaje bi rêveçûna civîneke giring a navbera desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanê yên li Parlamentoya Iraqê de kir.

Hêmin Hewramî ragehand: ‘’Di civînê de biryar hate dayîn wek yek tîm li gel yek em kar bikin, li ser pirsên çarenivîssaz ên niştimanî û pêdeçûn û hemahengi navbera lijneyan de hebe û danûstana fikir û ramanan a berdewam û sûd wergirtin ji hêza mirovî ya her du aliyan û hevdîtinên demsalî di navbera me de hebin.’’

Top