Rûsya: 2 hezar çekdar ji Sûriyê û Iraqê vegeriyane Ewropayê
Ji Cîgirên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Olîg Sirîmolotov, ji medyayawî wî welatî re diyar kiriye, “Ne Amerîka, ne Ewropa û ne welatên Asyayê, ti welatek ji terorîstan parastî nîne.”
Wî berpirsê rûsî herwiha ragihandiye, “Ji ber ku di maweyê çend salên bihorî de nêzikî du hezar çekdar ji grûpên terorîst ku li Iraq û Sûriyê beşdarî şer bûne, vegeriyane Ewropayê.”
Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê sala 2011an, bi hezaran kes ji welatên Ewropa û cîhanê bo beşdariya nav grûpên çekdar berê xwe dan wî welatî.
