• Friday, 13 February 2026
logo

Şamê dewriya hevbeş a Amerîka û Tirkiyê bi tundî şermezar kir

Gulan Media September 9, 2019 Nûçe
Şamê dewriya hevbeş a Amerîka û Tirkiyê bi tundî şermezar kir
Wezareta Derve ya Sûriyê dewriyeyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê, derbarê dewriyeyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê ji bo pêkanîna ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê, encamdana dewriyeyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê weke binpêkirineke aşkere û dijminkariyekê bi nav kir.

Li gor Wezareta Derve ya Sûriyê ev gav binpêkirina yasayên navnetewî, serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyê ye.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku Sûriye pêkanîna ‘Navçeya Aram’ ji binî ve red dike û ew ê tevahiya planên li dijî yekîtiya Sûriyê ji nav bibe.

Li Rojavayê Kurdistanê, li herêma di navbera Grê Spî û Serê Kaniyê, hêzên amerîkî û tirkî îro yekem dewriyaya hevbeş a bejayî di çarçova rêkeftina pêkanîna, ‘Navçeya Aram’ encam dan.

Rudaw
Top