Mesrûr Barzanî bi firaksiyonên Kurdistanî re civîya
Peyamnêrê war li Hewlêrê ragehand: Îro siat 11ê sibehê hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya serokwezîr Mesrûr Barzanî li baregehê civata Wezîran li Hewlêrê, li gel hemû fraksiyonên Kurdistanî yên civata Nûnerên Îraqê kombû, bas li pirsgirêkên helawîstî yên di navbera hikumetên Herêm û Îraqê da, bi taybet babetên budce, darayî û neft û gazê kir.
Peyamnêrê WAARê got jî: Civata Wezîrên Herêmê dawî gavên Hewlêr û Bexdayê bo çarekirina hemû kêşeyan bo fraksiyonên Kurdistanî rûnikrin û raya fraksiyonan li hember hat wergirtin.
Ev Kombûne di demekî da ye, ku niha parlemento û hikumeta Îraqê mijûlî berhevkirina projeqanûna budcê ya sala 2020ê ne.
Waar.tv
