Dayîka keçeke revandiya ji aliyê PKKê ve ji BasNewsê re: Keça min ji bo min vegerînin
Dayîka keçeke ku ji aliyê rêxistina ‘’Ciwanên Şoreşger’’ a ser bi PKKê ve hatiye revandin, bi rêya BasNewsê ve peyamekî digehîne raya giştî, ku givaş li ser Hêzên Sûriya Demokratîk bê kirin ku keça wê azad bikin.
Dayîka keça bi navê Aye Hemam a ji aliyê PKKê ve hatiye revandîin Huda Remo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Aye ya keça min temenê wê 14 sale, ji 4ê Adarê ve dema diçû dibistanê li Minbicê, ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê ve hatiye revandin, ku di nav rêzên xwe de wê bikin çekdar.’’
Herwaha got: ‘’Me li hemû deriyên Hêzên Sûriya Demokratîk û Ciwanên Şoreşger û îdareya xwecîhî da, lê daxwaz û tîkaya me ya azadkirina keça min piştguh kirin.’’
Dayîka wê keça zarok got: ‘’Deng û peyama xwe digehînim raya giştî, ji bo givaşê li ser HSDê û Ciwanên Şoreşger û hemû ên peywendiya wan heyî bikin, ku keça min azad bikin û vegerînin nav malbata me û xwandina xwe berdewam bike.’’
Çalakvanên mafê mirov jî radigehînin, ew tişta ku Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê dike, li gor yasayên navnetewî û mafê mirovan û li gor peymanên navnetewî û dadgehên tewan, bi temamî wek tewanê şer tê hesab kirin.
Li gor gotinên çalakvanan, rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê îsal bi dehan zarok û xort revandine û bi zorê dixin nav rêzên PKKê û wan dişînin eniyên şer.
Ji aliyekî din ve jî 4 dayîkên kurd li pêş binkeyê leşkerî yê HSDê yê li bajarê Hesekê dest bi grevê kirin û daxwaza azadkirina zarokên xwe dikin, ku zarokên wan jî ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin û daxwaza azadkirina wan dikin.
Basnews
