Mesrûr Barzanî: Piştîvanîya her pêngavekê dikîn bo çespandina aştî û ewlehîyê be li deverê
Hveserokê HDPyê, Sizayî Temellî pîrozbahîya destbikarbûna kabîneya nûya hikumeta Herêma Kurdisatnê li serokê hikumetê kir û hêvî xwazt hikumeta Herêma Kurdistanê rola xwe ya giring bileyîze li çespandina aştîyê di deverê de. Got jî: Pêwîste parêzvanîyê ji destkevtên Herêma Kurdistanê bihêt kirin.
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kirk u şer û kavilkarî di qazanca ti alîyekê de nine û piştîvanîyê jî li her pêngavekê dikîn bo çespandina aştî û ewlehîyê di deverê de.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kirk u piroseya demokrasîyê û gotûbêjên aştîyane baştirîn rê ne bo çareserkirina arîşeyan.
K24
