• Thursday, 12 February 2026
logo

Dû ji birîndarên teqînên ev şev ya Kerkûkê cane xwe ji destdan

Gulan Media September 9, 2019 Nûçe
Dû ji birîndarên teqînên ev şev ya Kerkûkê cane xwe ji destdan
Ev şev dû bombên çandî li Kerkûkê teqîn û Di encam de 6 kes birîndarbûn.

Nûçegehanê Kurdistan 24 ji Kerkûkê ragehand: Bomba yekem li taxa yekê Huzeyranê rûda û ya dûyê jî li taxa Xezra teqî û di herdû teqînan jî de 6 kes birîndar bûn.

Emîda Efrasîyaw Kamil Weysî, gotebêjê polîsên Kerkûkê bi Kurdistan24 re ragehand: Li nêzîk sentera Lawan li taxa yekê Huzeyranê bombeke çandî teqî û di encamp de sê welatî birîndarbûn.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku polis û dezgehên ewlekarîyê û pisporên teqînê li cihê bûyerê ne û vekolîn berdewame.

Herweha got jî: Êvarîya evro 3 xortan bi matorsiklekê hinek TNT havêjtin nav zibildanekê û dûv re hêzên ewlekarîyê bê ku zîyan jê çê bibe pûç kirin.

Amaje bi wê yekê jî kir, di teqîna dûyem de, bombeke çandî li taxa Xezra 3 welatî yên din birîndarbûne.

Nûçegehanê Kurdistan24 li Kerkûkê ragehand: Dû ji birîndarên teqîna ev şev ji nexweşxaneyê canên xwe ji destdan.

K24
Top