• Thursday, 12 February 2026
logo

Erdogan: Qesta Amerîka ji “herêma ewle” parastina YPGê ye

Gulan Media September 9, 2019 Nûçe
Erdogan: Qesta Amerîka ji “herêma ewle” parastina YPGê ye
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, qesta Amerîka ji avakirina “herêma ewle” li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, ew e ku kurdan û YPGê biparêze.

Serokê Tirkiyê û seroê giştî yê AKPê, Recep Tayyip Erdogan, duhî li bajarê Meletiyê yê Bakûrê Kurdistanê mîtîngek ji endam û alîgirên AKPê re li dar xist. Erdogan di mîtîngê de behsa avakirina “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê jî kir.

Erdogan diyar kir ku wan dest bi bicîhanîna rêkeftina wê herêmê kirine û got, em vê yekê bi hemahengî ligel Rûsya û Îranê dikin.

Serokê Tirkiyê bi tundî êrişê Amerîka jî kir û ragihand, Amerîka dixwaze ji bona parastina “rêxistina terorê” (qesta wî YPG ye) herêma ewle ava bike lê Tirkiye vê yekê qebûl nake.

Erdogan anî ziman ku “herêma ewle” bi çend helîkopteran û çend otomobîlên serbazî pêk nayê û got, herêma ewle hingê pêk tê ku li wir cihê jiyana herî kêm milyonek kes were dabînkirin û bajarek were çêkirin.

Basnews
Top