Serokê Frensa seredana Herêma Kurdistanê dike
Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li Olivier Decottignies konsolê nû yê frensa li Hewlêrê kir, di wê hevdîtnê da Nêçîrvan Barzanî rolê serokê Frensa di piştevanîkirina destpêkirina danûstandinên Hewlêr û Bexdayê û asayîkirina peywendîyên û çarekirina hin pirsgirêkan bilind nirxand.
Herwesa Nêçîrvan Barzanî piştevanîya xwe bo bizavên Frensa yên çarekirina kêşeyên di navbera alîyên sîyasî yê Kurdî li rojavayê Kurdistanê nîşan da.
Di alîyekê din de herdu alîyan rewşa êmnahî û sîyasî û aborî ya Îraqê gotûbêj kir û dupatî li giringîya alîkarî û hemehangêyê dinavbera Hewlêrê û Bexdayê da kir, têda konsolê Frensa behsa seredana çaverêkrî ya serokê Frensa îmanoêl makronî bo Îraqê û herêma Kurdistanê kir.
Waar.tv
