• Thursday, 12 February 2026
logo

HSD: Rêkeftina Amerîkî – Tirkî neçe serî, planên din hene

Gulan Media September 8, 2019 Nûçe
HSD: Rêkeftina Amerîkî – Tirkî neçe serî, planên din hene
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, heger rêkeftina Amerîkî – Tirkî biser neket, ew ê rêkeftinekê bi Rûsya û rêjîma Sûriyê re bikin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê bi “CNN” re ragihand, ew bi rêkeftina “herêma ewle” a Amerîkî – Tirkî re ne û wan nermiyek derbarê wê rêkeftinê nîşan dane û çaverê ne ew rêkeftin biçe serî.

Ebdî got, heger ew rêkeftina Amerîkî – Tirkî hilweşe û hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişe, wê demê ew ê bi Rûsya û rêjîma Sûriyê rêk bikevin, ji ber ku ew yek ji dagîrkirina Tirkiyê baştir e.

Herwiha daxwaz ji Serokê Amerîka Donald Trump kir, piştevaniyê li mafê Kurd li Sûriyê bike û dan bi rola wan a di şerê li dijî DAIŞê de bide.

Derbarê şerê li dijî DAIŞê de jî Ebdî da zanîn, pêşwîstiya wan bi piştevaniyeke zêdetir ji aliyê Amerîka ve heye û pêwîst e çareseriyek ji rewşa çekdarên DAIŞê yên biyanî re were dîtin.

K24
Top