• Friday, 15 May 2026
logo

Li Amerîkayê balefirekî biçûk a taybet ket û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media March 11, 2024 Nûçe
Li Amerîkayê balefirekî biçûk a taybet ket û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li eyaleta Virginia ya Amerîkayê balefirekî biçûk a taybet ketxwarê û 5 kesên di balefirê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Li gor daxuyaniya polîsê eyaleta Virginia jî hat ragehandin, balefira xwedî 2 motor a cureya IAI Astra 1125, nêzîk balefirgeheke biçûk a bi navê Hot Springs ket xwarê û hemû kesên di balefirê de jiyana xwe ji dest dane. Hat ragehandin di nav kesên jiyana xwe ji dest dayî de zarok jî hene.

Berdevkê polîsê eyaleta Virginia Rick Garletts ji ajansa The Associated Press (AP) re ragehand, piştî balefir ketiye agir girtiyê. Herwaha got, rayedar lêkolîn dikin ku balefir li kuderê rabûye û plana daketina balefirê dê kuder be hîn nehatiye zanîn.

Garletts bi rêya e-postayê ve daxuyanî da û got: ‘’Qadeke biçûk a bûyer lê pêkhatiye, hemû tişt şewitiye. Ev tê wê wateyê dûvê balefirê de reqemên heyî nayên destnîşan kirin.’’ Polîsê eyalete ji bo derbarê balefir û rêwiyan de xwe bigehîne agahiyan li gel Rêveberiya Esmanan a Federal û Saziya Ewlehiya Gehandina Netewî re kar dike.

 

Basnews

Top