• Friday, 15 May 2026
logo

Parêzgarê Hewlêrê û konsulê Rûsya di nav bazara Hewlêrê li hindek cîhên çandî û dîrokî geriyan

Gulan Media March 11, 2024 Nûçe
Parêzgarê Hewlêrê û konsulê Rûsya di nav bazara Hewlêrê li hindek cîhên çandî û dîrokî  geriyan

 Duh 10.03.2024, parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, li qehvexaneyeke çandî ya Meçko li baharê Hewlêrê, pêşwaziya konsulê giştî yê Rûsya  Maksîm Robîn li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de parêzgarê Hewlêrê tekez li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê kir û piştevaniya xwe ji bo erkên Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê nîşan da û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Li hember de jî Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê heyraniya xwe ya li hember çand û dîroka kevnar a Hewlêrê nîşan da û pêşkeftin û geşbûna Hewlêrê bilind nirxand.

Piştre jî ji bo ji nêzîk ve naskirina xelkê Hewlêrê û çand û dîroka bajêr, parêzgarê Hewlêrê û konsulê giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê, serdana çend cihên çandî û dîrokî yên li bazarê, Qeyserî, kebabxaneya  Yasîn û Çayxana dîrokî a Mam Xelîlî kirin.

Paşê Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê, ji hezkirina Kurdistanê û Pêşmerge û bi herwaha bi mebesta pîrozbahiyên Adar û Newrozê, cil û bergên kurdî ji bo Newrozê dirût û pîrozbahî li welatiyan û kurdistaniyan kir.

 

Basnews

Top