Berpirsê asayişa Kerkûkê: Rewşa Kerkûkê gelekî xirab e!
Berpirsê asayişa Kerkûkê, Îdrîs Refhet ji BasNewsê re got, rewşa Kerkûkê di warê ewlehiyê de gelekî xirab e. Ji xwe li bajarok û nahiyên Kerkûkê çekdarên DAIŞê bi eşkere hereket dikin û dilê wan çi bixwaze, dikin.
Îdrîs Refhet her wiha got, ji ber ku ew hêzên ewlehiyê yên niha li Kerkûkê, ne Kerkûkî ne welatî di parastina ewlehiya bajêr de alîkariya wan nakin.
Wî efserê asayişê da zanîn, hikûmeta Iraqê dest bi dûrxistina wan berpirsên kurd yên di nav dezgehên ewlehiya Kerkûkê de kiriye û got, ji xwe hejmara berpirsên kurd gelek kêm bûne li Kerkûkê. Niha ewên mane jî tên dûrxistin û li şûna wan ereb tên danîn. Piraniya wan jî endamên eşîra Cibûr in.
Basnews
