• Thursday, 12 February 2026
logo

AMED - Hejmara malbatên li ber avahiya HDPê ketine çalakiyê zêde dibe

Gulan Media September 8, 2019 Nûçe
AMED - Hejmara malbatên li ber avahiya HDPê ketine çalakiyê zêde dibe
Li bajarê Amedê ev demeke her roj 2 çalakiyên cuda yên şermezarkirinê tên meşandin. Çalakiyek a malbatan e ku zarokên wan tevli PKKê bûne û çalakiyek jî ya şermezarkirina danîna qeyûman e. HDP dixwaze bi riya çalakiyên li dijî qeyûman AK Partiyê bixe zehmetiyê û AK Partî jî hewl dide bi çalakiya malbatan HDPê bixe tengasiyê.

Hejmara malbatên ku zarokên wan tevli PKKê bûne û dixwazin Partiya Demoktatîk a Gelan (HDP) zarokên wan li wan vegerîne, di nava heftiyekî de ji malbatekî gihişt 10 malbatan. Ya balkêş ev e ku partiyên li derveyî HDP û AK Partiyê hem piştgiriya çalakiya li dijî qeyûman û hem jî piştgiriya malbatên li ber deriyê HDPê rûniştine dikin.

Çalakiya HDPê ya li dijî danîna qeyûman jî ji roja 20an bihurî. HDPî jî bi van çalakiyan dixwazin şaredarên wan ên ku ji kar hatine dûrxistin, careke din vegerin ser karê xwe.

Li gorî îdiayên rêveberên HDPê çalakiya malbatên ku zarokên xwe ji wan dixwazin çalakiyeke organîzekirî ye û AK Partî û asayîş wan malbatan dişîne ber derê HDPê û armanc jî avakirina bingeha hiqûqî ya girtina HDPê ye.

Derbarê vê yekê de Hevserokê HDPa Amedê Zeyad Ceylan dibêje: “Dibe ku me sûcdar nîşan bidin û li ser vê sûcdarkirinê bibêjin HDP zarokên xelkê ji PKKê re dişîne û partiya me bidin girtin. Ji me re gotin terorîst, ji me re gotin sûcdar, ma çareserî çêbû? Aştî çêbû? Pirsgirêka Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurdistanê hate çareserkirin?”

Rêveberên AK Partiyê îdiayên HDPê yên derbarê xwe de red dikin. Ew dibêjin malbat bi însiyatîfa xwe rûniştine û ew jî bi dil û can piştgiriya wan malbatan dikin.

Serokê AK Partiya Amedê Serdar Budak jî wiha axivî: “Ev çalakî li derveyî însiyatîfa me ye. Ez wan dayikan û malbatan nas nakim. Tu eleqeya wan bi AK Partiyê re tune ye. Dibêjin organîzasyonek e. Lê ev nerast e. Ji nêz an jî dûrî ve eleqeya wan malbatan bi me tune ye. Lê helbet em piştgiriya wan malbatan dikin.”

Piştî danîna qeyûman li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê CHP û piraniya partiyên li derveyî AK Partiyê piştgiriya şaredarên ji kar hatine dûrxistin kirin. Heman partiyan di heman demê de piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya malbatên li ber deriyê HDPa Amedê rûniştine jî nîşan dan. HDP bi rêya daxuyaniyên li dijî qeyûman AK Partiyê û AK Partî jî bi rêya malbatên ku li ber deriyê HDPê rûniştine dixwaze HDPê bixe tengasiyê.

Rudaw
Top