Rojnameya Şerq El Ewset: Îsal Tirkiye dê êrîş bike ser PKKê û Şingalê û dê Silêmaniyê jî li xwe bigre
Rojnameya erebî ya Şerq El Ewset planekî Tirkiyê ya êrîşa ser hêzên PKKê li sînorê Silêmanî û Şingal û çend cîhên din aşkera dike, siyasetmedarek jî daxwaz ji YNKê dike bi berpirsane tevger bike.
Li gor raporta rojnameya Şerq El Ewset Tirkiye amadekariyê dike ji bo li hemû navçeyan êrîşeke berfireh bike ser PKKê û êrîş sînorê Silêmanî û Şingalê jî li xwe digre û ji bo wê jî hemahengî li gel hikûmeta federal a Iraqê pêkaniye.
Siyasetmedar û yek ji damezrînerê Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê Dr. Dîndar Doskî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK li sînorê Silêmaniyê bi aşkera kar û çalakiyan dike û çi ji aliyê leşkerî de be, çi ji aliyê rêxistinî de kar dike û her aliyekî de azadin û rê ji wan re tê dayîn û bahaneya Tirkiyê jî ew e. çend carekan Tirkiyê êrîş kiriye, bi bombebaran û dron û herwaha ceza xistina ser balefirgeha Silêmaniyê, ji bo wê jî sibe destwerdanê dê li karûbarên Silêmaniyê de bike û ev yek ziyanê digehîne asayîşa Herêma Kurdistanê.’’
Herwaha got, YNKê piştî kongreya pêncem, rêveberekî nû daniye, lê ‘’Dibe ku pêwîstiya wan bi dem û ezmûnê hebe, ji ber heta naha seqamgiriya siyasî ya navxwe ya wan tine, li gel wê jî nabe naberpirsane tevger bikin. Nabe danûstanê li gel PKKê bike ku Tirkiyê wê wek metirsî li ser asayîşa bizane. Ji ber ev metirsî li ser asayîşa Herêma Kurdistanê dê bike.’’
Basnews
