Iraq dixwaze malbatên DAIŞiyan li herêmên maddeya 140 bicîh bike
Iraq dixwaze malbatên DAIŞiyan li herêmên maddeya 140 bicîh bike
Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr | 12 demjimêrên bûrî
Iraq dixwaze malbatên DAIŞiyan li herêmên maddeya 140 bicîh bike
Belgeyek bicîhkirina malbatên DAÎŞê li navçeyên Kurdistanî belav dibe
Madde140 Navçeyên Kurdistanî Malbatên DAIŞ
K24 – Navenda Nûçeyan
Belgeyek bicîhkirina malbatên DAÎŞê li navçeyên Kurdistanî belav dibe.
Li gorî nivîsînekê Wezareta Bazirganiya Îraqê, Hikûmeta Bexdayê hewl dide kesûkar û malbatên DAÎŞê li navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê bicîh bike.
Wek di wê belgeyê de hatiye, kesûkarên çekdarên DAÎŞê ku di kampan de dijîn û hîn nehatine tomarkirin, tên tomarkirin û forma wan ya xwarinê ji bo wan parêzgehan tên veguhestin, ku maddeya 140 a destûrê Îraqê li xwe digre.
Tevî ku di nivîsînê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku divê ew kar bi razîbûna komîta madeya 140 be, lê dibe sedemê guhertina demografiya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê, ku li destûra Îraqê de bi navê navçeyên cihê nakokiyê hatiye binav kirin.
Li gorî zanyariyan jî, hejmareke wan malbatan, ku ji Sûriyê hatine vegerandin, li wan navçeyan hatine bicîh kirin.
