• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Merîwanê şer derket – Herî kêm pasdarek hat kuştin

Gulan Media September 7, 2019 Nûçe
Li Merîwanê şer derket – Herî kêm pasdarek hat kuştin
Li gundekî bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê, di navbera çekdarên partiyeka Kurdistanî û pasdarên Îranê de şer derket.

Malpera Hengaw ragihandiye, şeva borî li gundê Wişkilan yê nahiya Serşîw ya bajarê Merîwanê, di navbera pasdarên Îranê û çekdarên partiyeka Kurdistanî de şer derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de herî kêm pasdarek hat kuştin û du pasdar jî birîndar bûn. Tê gotin ewê hatiye kuştin, efser bûye.

Heta niha ti partiyeka Kurdistanî berpirstiya wî şerî negirtiye ser xwe lê li gorî agahiyên Hengawê, ew çekdar endamên Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), ku wek baskê PKKê li Rojhilat tê nasîn, bûne.

Navê wî pasdarê ku hatiye kuştin jî, Mecîd Şîrîpez û xelkê bajarê Xumêyn li eyaleta Erak ya Îranê bûye.

Basnews
Top