• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Efrînê çekdarên alîgirên Tirkiyê pîrejineka kurd bi îşkencê kuştin

Gulan Media September 7, 2019 Nûçe
Li Efrînê çekdarên alîgirên Tirkiyê pîrejineka kurd bi îşkencê kuştin
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, pîrejineka kurd di bin îşkenceya çekdarên alîgirên Tirkiyê de canê xwe ji dest dan.

Pîrejina Efrînî ya bi navê Horiye Mihemed (74 salî), ku hefteya borî ji aliyê çekdarên alîgirên Tirkiyê ve hatibû îşekncekirin û bi giranî birîndar bibû, canê xwe ji dest da.

Çekdarên alîgirên Tirkiyê hefteya borî li taxa Eşrefiye ya Efrînê êrişî mala pîremêrekî kurd bi navê Mihyedîn Oso kiribûn. Çekdaran pîremêr kuştibûn û jina wî Horiye Mihemed jî bi tundî îşkence kiribûn.

Basnews
Top