• Thursday, 12 February 2026
logo

Esper: HSD êdî nikare çekdarên DAIŞê di destê xwe de bigire

Gulan Media September 7, 2019 Nûçe
Esper: HSD êdî nikare çekdarên DAIŞê di destê xwe de bigire
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ragihand ku HSD êdî nikare wan çekdarên DAIŞê yên di destê xwe de bigire.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper serdana Brîtanyayê kir û li Enstîtûya Xezmetan a Qraltiya Yekgirtî (RUSI) a li paytexta Londonê ya wî welatî, gotarak pêşkêş kir.

Mark Esper, di gotara xwe de balkişand ser mijara çekdarên DAIŞê yên di destê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de û daxwaz ji Brîtanyayê kir ku çekdarên DAIŞê yên hemwelatiyên wê werbigire.

Esper ragihand, “Girtiyên DAIŞê pirsgirêkeke cidî ye û divê em çareseriyekê bibînin. Divê ev kes ji aliyê welatên wan ve bên qebûlkirin. Eger çareseriyek neyê dîtin, ew dê bibin metirsiyeke zêdetir li ser navçeyê. Heta kengî ev dê di kampan de bên girtin?” Herwiha Esper diyar kir ku çend hezar çekdarên DAIŞê hene ku zêdetirî 2 hezar ji wan biyanî ne û ji welatên Ewropayê beşdarî DAIŞê bûne.

Derbarê sizayên li ser Îranê jî, Mark Esper got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, di sepandina sizayan bi ser Îranê de rijd e û diyar kir ku armanc ji wan sizayan ew e ku Îranê ber bi peymaneke din ve han bidin ku bikeve cihê peymana atomî ya berê.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, diyar kir ku ew dixwazin bi peymana nû, rê li ber Îranê bigirin ku bibe xwedî çekên atomî û ragihand, “Li gor çavdêriyan Îran ber bi asta gotûbêjên bo peymaneke nû ve tê. Divê peymana nû ne tenê bo 10-15 salan, bo heta hetayê, misoger bike ku Îran nabe xwedî çekên atomî.”

Rudaw
Top