Şanda HDPê li Hewlêrê û dê digel Serok Barzanî bicive
Îro li siat 10:00 sibehê şandeke bilind ya HDPê bi serokatîya Sezayî Temelî hevserokê wê partê gihşit firokxaneya nêvdewletî ya Hewlêrê û dê ta 11ê vê mehê li Hewlêrê û Silêmanîyê çendîn hevdîtinan bike.
Nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê bi WAARê re ragihand; Şanda HDPê ku ji Hevserokê wê Sezai Temelli, Parlamenterê HDPê yê Amedê Hişyar Ozsoy û Parlamenterê Agirî Bedran Ozturk pêk tê, yekem car ligel Barzanî dicivin. Herwiha di bernameyê şanda HDPê de heye ku serdana PDK, YNK, Tevgera Goran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî jî bikin.
Diyar jî kir: Şanda HDPê dê bo demê du rojan li Hewlêrê û du rojan jî li Silêmanîyê berdewam hevdîtnan digel alîyên sîyasî bike.
Sezayî Temelî hevserokê HDPê di yekem daxuyanî da piştî gehiştina xwe ragehand; Ew dê daxwaza piştevanîya sîyasî ji Herêma Kurdistanê bikin.
HDPê jî di beyaneka nivîskî da eşkere kirîye, daxwaza piştevanî û yekdengîyê li hember pirsên girêday Kurdan li bakurê Kurdistanê taybet çarenivîsê şaredarên HDPê dê ji rayedarên Herêma Kurdistanê bê daxwaz kirin.
