• Friday, 13 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê: Pêwîstiya me bi “encumena siyasî” nîne

Gulan Media September 6, 2019 Nûçe
Berpirsekî PDKê: Pêwîstiya me bi “encumena siyasî” nîne
Berpirsekî PDKê dibêje, ne PDKê ne jî Serok Barzanî daxwaza pêkanîna “encumena siyasî” kirine.

Ev çend roj in tê gotin ku PDK dixwaze encumeneka siyasî di navbera partî û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê de pêk bîne bi serokatiya Serok Barzanî.

Endamê serkirdetiya PDKê, Elî Ewnî li ser rûpela xwe ya facebookê daxuyaniyek li ser vê mijarê daye û gotiye, tiştekî wisa nîne. Ew nûçe û agahî derew û bê bingeh in.

Elî Ewnî her wiha gotiye, ne PDKê ne jî Serok Barzanî daxwaza tiştekî wisa kirine û ne jî pêwîstiya PDKê bi encumeneka wisa heye.
Top