• Friday, 13 February 2026
logo

Heşda Şeibî red dike hêza esmanî pêk bîne

Gulan Media September 6, 2019 Nûçe
Heşda Şeibî red dike hêza esmanî pêk bîne
Ofîsa Serokê Desteya Heşda Şeibî red kir ku Heşda Şeibî planek jibo avakirina Hêza Esmanî hebe û zanyariyên di vê derbarê de red kir. Li aliyekî din Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir gefa wê yekê xwar, ku xwe ji hikûemta Iraqê bide alî.

Piştî belavbûna hin zanyariyan di derbarê wê yekê de ku Heşda Şeibî plana avakirina Hêza Esmanî ye, ofîsa Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz, di daxuyaniyekê de, wê nivîsê red dike.

Di daxuyaniya ofîsa Falih Feyaz de hatiye gotin, ew nûçeyên ku behsa pêkanîna Hêza Esmanî ya taybet bi Heşda Şeibî dikin, ji rastiyê dûr in.

Ofîsa Falih Feyaz zelalkirineke zêde li ser mijarê nedaye.

Heşda Şeibî piştî wê yekê neçar bû têkildarî mijarê daxuyaniyê bide, ku Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir li ser mijarê daxuyanî da û helwestek tund nîşan da.

Muqteda Sedir di peyamekê de li ser hesabê xwe yê twîtterê bi tundî li dijî pêkanîna Hêza Esmanî ya taybet bi Heşda Şeibî derketiye û ragihandiye, “êdî Iraq bûye dewleteke tije alozî.”

Sedir herwiha gefa wê yekê xwariye, ku eger hikûmeta niha ya Iraqê rêkarên tund û yekalîker, li hember pêngaveke bi vî awayî pêk nehîne, ew dê xwe ji hikûmetê bide alî û xatirê ji Iraqê bixwaze.

Sedir di peyama xwe de wiha dibêje: “Bi belavkirina vê twîttê, bidawîhatina hikûmeta Iraqê radigihînim. Iraq ji dewletekê ku yasa kontrola wê bike, veguheriye dewleteke aloz. Eger hikûmeta Iraqê rêkarên tund û yekalîker pêk nehîne, ez dê xwe jê bidim alî.”

Roja derbasbûyî nivîseke kargêrî bi îmzeya Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis hatibû belavkirin ku li gorî naveroka wê nivîsê, Heşda Şeibî mijûlî pêkanîna Hêza Esmanî ya taybet bi xwe, li derveyî çarçoveya artêşa Iraqê ye.

Di nivîsê de ku îmzeya Cemal Ceifer Al Îbrahîm, naskirî bi Ebû Mehdî Muhendis û tarîxa 04-09-2019an li ser e, hatiye gotin, “li gor desthilata ku di çarçoveya fermana dîwanî ya jimare 79 a sala 2014ê û nivîsa ofîsa serokwezîrê Iraqê di 09-09-2014an de, bi wî hatiye dayîn, û ji ber berjewendiya giştî û pêwîstiyê, wan Rêveberiya Hêza Esmanî pêkaniye.”

Di nivîsê de herwiha hatiye, ku Selah Mehdî Hentûş jî weke Rêveberê Bi Wekalet Hêza Esmanî ya Heşda Şeibî hatiye erkdarkirin.

Hem Ebû Mehdî Muhendis û hem Selah Mehdî Hentûş di lîteya terorê ya Amerîkayê de ne.

Rudaw
Top