Erdogan tehdîd kir: Emê berê koçberan bidin Ewropayê!
Erdogan li Enqereya paytexta wî welatî, li gel berpirsên AK Partiyê yên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê civiya û di wê civînê de gotarek pêşkêş kir.
Erdogan li ser “herêma aram” ragihand ku pêwîst e Ewropa di pêkanîna wê herêmê de alîkariya Tirkiyê bike û got ku eger Ewropa alîkariya Tirkiyê neke ew dê sînorên xwe vekin û berê koçberan bidin Ewropa!
Serokê Tirkiyê herwiha ragihand ku eger Amerîka beşdarî avakirina “herêma aram” nebe , ew dê bi tena xwe wê herêmê pêk bînin.
Erdogan diyar jî kir ku ew dê heta dawiya meha Îlonê sebir bikin û piştire dê li bakûrrê Sûriyê dest bi karê pêkanîna “herêma aram” bikin ku wê bi dirêjahiya hêla sînorî be ligel Sûriyê ku 450 kîlometr e.
Erdogan ji Ewropa û Amerîkayê re got, “Werin piştevaniya me bikin, em dê di kurahiya 30 kîlomtre li Bakûrê Sûriyê, avahiyan çêbikin û wan koçberan jî veguhêzin wan deveran.”
Li Tirkiyê derdora 3.5 milyon penaberên Sûrî hene. Heta niha rayedarên Tirkiyê gelek caran tehdîd kirine ku dê wan penaberan bişînin Ewropa.
Basnews
