Senatorek Emerîkî: Sîyaseta Derveya Emerîkayê şikest anî çunku piştevanî ji serxwebûna Kurdistanê nekir
Têd Kiroz di simînarekê de li peyamangeha Hedsin a Emerîkayî ragehand: Kurd û hêza Pêşmerge, milbimlê Emerîkayê rawestane û pişikdarbûne li berengarbûna djimnên Emerîkayê û Pêşmergey selmandîye ku hêzeke bi bandore li ser Erdê û got: Sîyaseta derveya Emerîkayê şikest anî, çunku piştîvanîya dewleta serbixwe ya Kurdî nekir.
Amaje bi wê yekê jî kir ku berê wî helwêsta xwe derbarê dewleta serbixwe ya Kurd ragehandibû û tekez kiribû ku pêwîste Emerîka piştîvanîya dewleta Kurdî bike.
Ragehand jî: Herçende Kurdistana serbixwe, Îraq, Îran û Tirkiyê nîgeran dike, lê sîyaseta derveya Emerîkayê divêt hizra xwe bixe ser asayşa neteweyîya Emerîkayê. Di vê çarçovê de jî Kurd milbimlê Emerêkayî rawestaye û xwîm rêjtîye û qurbanî daye.
Têd Kiroz got jî: Pêwîste Em piştîvanîya Kurdistan serbixwe bikîn û hîvîdarim wê yekê bibînîn.
Têd Kiroz, sînatoreke dîyar ê komarîyên Emerîykayê ye û nwênerînîya wîlayeta Têksas dike. Di helbjiartinên serokatî ya Emerîkayê de li sala 2016 yek bû ji berbijêrên komarîyan, lê di helbijartinên berahîyê yên navxweyîyên komarîyan nekarî bibe kandîdê sereke.
K24
