• Thursday, 12 February 2026
logo

Balafirên Amerîka û Tirkiyê li ser ‘Navçeya Aram’ digerin

Gulan Media September 6, 2019 Nûçe
Balafirên Amerîka û Tirkiyê li ser ‘Navçeya Aram’ digerin
Di çarçova cîbicîkirina rêkeftina ‘Navçeya Aram’ de li Rojavayê Kurdistanê, îro, bo cara sêyem helîkopterên Tirkiye û Amerîkayê bi awayekî hevbeş li asmanê wê navçeyê geriyan.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, li ser hesabê yê xwe yê fermî yê Twîtterê daxuyaniyek derbarê xebatên cîbicîkirina‘Navçeya Aram’ de belav kir.

Di wê daxuyaniyê de hat aşkere kirin ku di çarçoveya rêkeftina li gel Amerîkayê ya derbarê ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, 2 helîkopterên Tirkiyê û 2 helîkopterên Amerîkayê bo cara sêyem bi awayekî hevbeş li asmanê ‘Navçeya Aram’ firiyane û erka xwe pêkanîne.

Herwiha hatiye gotin ku pêkanîna erka firîna helîkopteran, di çarçova cîbicîkirina pêngava yekem a rêkeftina ‘Navçeya Aram’de pêk hatiye.

Amerîka û Tirkiyê derbarê pêkanîna, ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, meha bihûrî li hev kiribûn û bo birêvebirina wê navçeyê, ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ hatibû avakirin.

Ji bo cîbicîkirina rêkeftina ‘Navçeya Aram’ helîkopterên Amerîka û Tirkiyê li asmanê wê navçeyê dest bi pêkanîna erkê hevbeş kiribûn,

Di wê çarçovê de bi beşdariya fermandarên amerîkî û tirk bo cara yekem roja 24ê Tebaxê erkê hevbeş hatibû pêkanîn û helîkopter li asmanê ‘Navçeya Aram’ geriyabûn.

Bo cara duyem jî 30ê Tebaxê bi awayekî hevbeş di bin birêvebirina herdu aliyan de helikopter li asmanê ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê geriyabûn.

Herwiha Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) di çarçova wê rêkeftinê de dest bi hilweşandina binkeyên xwe yên serbazî ên li nêzikî sînor kiribûn.

Lêbelê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, tevî rêkeftina li gel Amerîkayê jî, diyar kiribû ku ew derbarê ‘Navçeya Aram’ de li gel Amerîkayê nakok in û gotibû eger li gel Amerîkayê pêk neyînin ew dê bi tenê ‘Navçeya Aram’ pêk bînin.

Rudaw
Top