• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî bi helkefta salvegera destana Xakûrkê peyamek belav kir

Gulan Media September 6, 2019 Nûçe
Serok Barzanî bi helkefta salvegera destana Xakûrkê peyamek belav kir
Serok Mesûd Barzanî, bi helkefta sî û yekemîn salvegera destana Xakûrkê peyamek belav kir.

Îro, 5 Îlonê, sî û yekemîn salvegera mêrxasiya Xakûrkê ye ku ji aliyê Pêşmerge ve û bi fermandehiya Serok Barzanî hat tomarkirin. Serok Barzanî bi vê helkeftê ev peyam belav kir:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro 31 sî û yekemîn salvegera Destana Xakûrkê ye. Di wê destanê da Pêşmerge bi xweragirî û qurbanîdanê ji bo dijmin û dagîrkeriyê nîşan da ku îrade û qurbanîdan ji hemû çekekî bihêztir e û serkeftin ji bo wan kesan dibe, yên xwedî dozeka rewan e.

Di destana Xakûrkê da ji bilî neberamberiya çek û hêz da, Pêşmerge karî gurzeke mezin li dijmin bide û hêviyê li dilê gelê Kurdistanê da zindî bihêlê.

Di vê bîranîna pîroz da silav li îradeya polayîn ya Pêşmerge û silav li şehîdên wê destanê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

Basnews
Top