Sefîn Dizeyî: Nabe PKK li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê kar bike
Sefîn Dizeyî, di kevana pêşangeha xwendin û teknolojiyê de ji televîzyona K24 re behsa pêwendiyên Îran û Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê re kir.
Sefîn Dizeyî got, di heyama borî de Îranê gelekî alîkariya kurdan kiriye. Pêwendiyên me û Îranê di asteka baş de ne.
Li ser pêwendiyên Tirkiyê û bandora PKKê li ser wê yekê jî Sefîn Dizeyî got, pêwendiyên me û Tirkiyê di hemû waran de di asteka baş de ne. Lê divê PKK rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û li dijî berjewendiyên Kurdistanê hereket neke.
Basnews
