• Thursday, 12 February 2026
logo

Berpirsekî Tirkmen: Em daxwaz dikin pêkhate li ser pirsa Kerkûkê bicivin!

Gulan Media September 6, 2019 Nûçe
Berpirsekî Tirkmen: Em daxwaz dikin pêkhate li ser pirsa Kerkûkê bicivin!
Rêveberî tirkmen li herêma Kurdistanê dibêje, tirkmenên Kerkûkê giringe li peyama herêma Kurdistanê têbigehin, ku li herêma Kurdistanê û kurdan re nêzîk bibin, zêdetir dê mafên xwe bidest bixin û dibêje li Kerkûkê bê rêkeftina sê pêkhateyan zihmete birêve birina wê.

Serokê Tevgera Demokrat a Tirkmen Kerxî Altiparmak ji BasNewsê re got: ‘’Eger sê pêkhateyên kurd, ereb û tirkmen li ser pirsa Kerkûkê rêknekevin, rewşa wî bajarê ti demekî aram nabe. Ji ber wê giringe wek tirkmen em daxwaz dikin ku nûnerên her sê pêkhateyan rûniştinekî li ser pirsa Kerkûkê bikin, ku bizanin berjewendiya Kerkûkê li kûderê ye û her netewekê jî berjewendiyên xwe yên bilin dixwaze, lê ya girin hemû pêkhate beşe ji daxwazên xwe dest jê berdin ku rêkeftina dawiyê derbarê pirsa wî bajarî de bê kirin.’’

Herwaha got: ‘’Em wek tirkmen baş dibînin ku herçend aliyên tirkmen li Kerkûkê li kurd nêzîk bibin, mafên wan dê zêdetir misoger bibe. Waye diyare heta naha li Bexda ti biryarek tine ku peywirek di asta wezîr de ji tirkmenan re bê dayîn, lê li Kurdistanê wezîrtî ji tirkmenan re hatiye dayîn.’’

Altiparmak got: ‘’Tirkmen li Kerkûkê li gel kurd çiqas nêzîkbin, dê ewqas jî nêzîkî mafên xwe bibin, lê eger nebin jî berevajî wê ji mafên xwe jî dê dûr bikevin.’’

Basnews
Top