Şanda dîplomasiya giştî ya HDPê li 7ê Îonê serdana Herêma Kurdistanê dike
Piştî tayînkirina qeyûman a ji bo hersê şaredariyên bajarên Mezin ên HDP'ê yên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê; rayedarên HDP'ê ji bilî çalakiyên nerazîbûnê, ketin nav têkiliyên siyasî û dîplomasiyê û li ser vê esasê şanda Dîplomasiyê ya Jinan şand Hewlêrê. Di 7'ê Îlonê de jî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî di nav de dê Şanda Dîplomasiya Giştî ya HDP'ê jî serdana rayedarên Hikûmeta Kurdistanê bikin. Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Mûsa Farîsogûllari hûrgiliyên serdana ji bo Herêma Kurdistanê ragihand û got ku; em ê bi tu awayî dest ji pêwendiyên yekîtiya neteweyî bernedin.
Mûsa Farîsogûllari, parlementerê HDPyê yê Diyarbekirê, got:"Tu caran ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê, em dest jê bernadin. Heta dawiyê em ê helwesta xwe nîşan bidin, diyar bikin. Hevîtinan pêk bînin. Carek nebe, em ê 50 caran bi hêzên Kurdistanî re bikevin nav pêwendiyê. Di navbera me de pirsgirêk hebin, em ê muzakereye bikin, em dikarin di navbera xwe de hinek tiştan ji hev û din re bibêjin. Lê belê li dijî dagirkerî û mêtingeriyê jî divê helwesta hemû hêzên Kurdistanî yek be. "
Rayedarên HDP'ê, di nav rojeva xwe ya siyasî de gelek caran rol û mîsyona Herêma Kurdistanê tînin zimên. Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî di serdana xwe ya Colemêrgê de daxwaza partiya xwe ya yekîtiya neteweyî anîbû zimên. Cîgirê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel jî got; serdana HDP'ê ya ji bo Herêma Kurdistanê gaveke asayî û di cih de ye lewra hewcedariya Kurdan her dem bi hev heye.
Bayram Bozyel, cîgirê serokê giştî yê PSKyê, dibêje:"Hem hewcedariya siyasetê, hem hewcedariya nezaketa siyasetê ye. Çûndin, hatin, serdan, pîrozkirin; ev ji bo Kurdan hîn zêdetir muhîm e. Ji ber ku her çar alî di nav dorpçan de ye. Hereketa Kurd niha xitimandî ye. Li bakûr, li Sûriyeyê, li Rojhilat. Niha di destê me de Herêma Kurdistanê heye, bêhinek heye, ronahiyek heye, stûnek heye ku em xwe bisipêrin. Ji ber vê yekê jî divê em qîmeta wê bizanibin. Ji ber vê yekê jî dema em rexneyan bikin jî divê em bi pîvan tevbigerin."
Rayedarên HDP'ê didin zanîn ku ew ji tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên xwe û heta niha; hewila xurtkirina pêwendiyên siyasî û neteweyî didin. Rayedarên HDP'ê dibêjin; em ê di serdana xwe ya 7'ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê de hem hewila piştgirya siyasî hem jî hewila xurtkirina pêwendiyên dîplomasiyê bidin.
Rudaw
