• Friday, 13 February 2026
logo

Kongre û Pêşangeha Rojhilata Navîn bo xwendin û teknolojya li Hewlêrê birêve diçe

Gulan Media September 5, 2019 Nûçe
Kongre û Pêşangeha Rojhilata Navîn bo xwendin û teknolojya li Hewlêrê birêve diçe
Li Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kongre û pêşangeha Rojhilata Navîn bo xwendin, teknolojiya û xwendekaran birêve diçe.

Ev kongre bi mezintirîn korbend û hevdîtina zanîngeh, peymangeh, dibistan û teknolojiya tê zanîn, ligel fêrxwaz, biryarder û pisporên navxwe û navdewletî yên karta perwerde û xwendina bilind ta roja 8ê Îlona 2019an berdewam dibe û rojane ji demjimêr 10:00 ta 18:00 çalakiyên wê birêve diçin.

Kongre û Pêşangeha MEETS ji aliyê ERA ARBO bi hevbeşî ligel Yekîtiya Zanîngehên Navdewletî û Zanîngeha Amerîkî li Duhokê û Zanîngeha Knowledge hatiye birêxistin û Kurdistan24 sponser û hevbeşê medyayî ya wê kongreyê ye û rojane romala wê dike.

K24
Top