• Friday, 13 February 2026
logo

Li sînorê parêzgeha Duhokê çekdarên PKKê ciwanek revandin!

Gulan Media September 5, 2019 Nûçe
Li sînorê parêzgeha Duhokê çekdarên PKKê ciwanek revandin!
Ciwanekî xelkê wargeha Sîriyê ya ser bi bajarokê Şiladizê ya ser bi Amêdiya ser bi parêzgeha Duhokê, ji aliyê çekdarên PKKê ve du roj berî naha hatiye revandin û heta naha bêserûşûm e.

Ciwanê bi navê Şekîb Elî Rezgeyî roja 02.09.2019ê li sînorê bajarokê Şiladizê, ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye revandin û vê derbarê de Şukrî Elî birayê wî ciwanê hatiye revandin ji BasNewsê re ragehand: ‘’Du roj berî naha birayê min dema serdana navçeya Geliyê Balinde ya sînorê Şiladizê kir, ji aliyê çekdarên PKKê ve bi gule hatiye birîndar kirin û piştre jî hatiye revandin.’’

Herwaha got: ‘’Birayê min ti tewan û xeletiyek nekiriye. Ne li hember PKKê û ne jî li hember ti aliyekî din û du roje bi birîndarî ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye girtin û kesûkarên me serdana PKKê kirine, lê birayê min azad nekirine.’’

Navborî daxwaz ji aliyên peyvendîdar kirin ku hewl bidin bo azad kirina birayê wî û bi selametî wegerînin.

Derbarê bûyerê de rêveberê polîsê bajarokê Şêladizê Eşqî Mihemed ji BasNewsê re nûçe piştrast kir û got: ‘’Em agahdarê bûyerêne ku ciwanekî Şêladizê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye birîndar kirin û piştre hatiye revandin lê ji aliyê kesûkarên wî ve bi fermî em nehatine agahdar kirin.’’

Herwaha got, ji ber ti dozek ji aliyê malbat û kesûkarên wî ciwanî ve nehatiye vekirin, polîsê navçeyê jî heta naha di pêdeçûnek li ser bûyerê nekirine.

Basnews
Top