Serokwezîrê Kurdistanê li gel Feramdarê hêzên hevpeymanan civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandele keşkerî ya Amerîkayê civiya.
Serokwezîrê Kurdistanê li ser pêgeha xwe ya fermî naveroka vê civînê wisa belav kiriye;
Îro sêşem 3ê Îlonê me pêşwaziya şandeke bilind ya leşkerî ya Amerîkî bi Serokatiya Fermandarê hêzên hevpeymanan yên li Îraq û Sûriyeyê general Paul LaCamera kir.
Di civînê de me spasiya hevkariyên hevpeymanan û bi taybetî jî Amerîkayê kirk u di şerê dijî DIŞIê de û me anî ziman ku hîn jî sedemên serhildana DIŞIê mane.
Ji aliyê xwe ve LaCamera behsa girîngiya hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îraqê ya bo rûbirû bûna lêv û tevgerên DIŞIê kir.
