HSDê berpirsê darayî yê DAIŞê girt
Berpirsê darayî yê DAIŞê, bi navê Ehmed Mihemed Ehmed, ku weke Ebû Rifaa ye tê naskirin, li navçeyekê hate girtin, ku welatiyên sivîl li wir dijiyan.
Li gorî daxuyaniya HSDê, gelek belgename ligel wî berpirsê DAIŞî hatin girtin, ku dê alîkar bin ji bo naskirina gelek grûpên veşartî yên çekdaran li wan navçeyan.
Di daxuyaniya HSDê de wiha hat gotin: “"Piştî komkirina agahiyên istîxbaratî û şopandinê, aliyên têkildarî me cihê terorîst Ehmed Mihemed bi nasnav Ebû Rifaa diyar kir. Ebû Rifaa di nav herêmeke tijî sivîl de xwe veşartibû da ku jiyana wan bixe xeteriyê. Yekîneyên Antî-Teror hedef diyar kir û bi çalakiyeke taybet û bi baldarî da ku sivîl nebin hedef, terorîst Ebû Rifaa girt. Ebû Rifaa wekî berpirsê darayî yê DAIŞ‘ê hatibû erekedarkirin.”
Di roja 2ê Îlonê jî HSDê berpirsekî din ê darayî yê DAIŞê bi navê Mehemed Remedan Îd El Etella girtibû.
Rudaw
