• Thursday, 12 February 2026
logo

Desteya Perwerdeyê: Dibe ku hejmara xwendekaran bigihêje 900 hezaran

Gulan Media September 4, 2019 Nûçe
Desteya Perwerdeyê: Dibe ku hejmara xwendekaran bigihêje 900 hezaran
15ê Îlonê prosesa xwendinê destpê dike
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ew texmîn dikin ku hejmara şagirtên sala xwendinê ya 2019-2020`an bigihêje derdora 900 hezar şagirtan. Her wiha destnîşan kir ku wan perwerdeya biranşan xistiye nav pergala perwerda îsal.

Zêdetirî 755 hezar û 784 xwendekar amadekariya dibistinê dikin. Her wiha Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku dibe hejmara xwendekaran bigihêje 900 hezar xwendekaran.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser bi koordîneya komîteyên perwerdeyê yên 7 rêveberiyên sivîl ragihand ku wan tevahiya amadekariyên xwe yên ji bo pêşwazîkirina xwendekaran temam kirine. Desteyê roja 2`yê Îlonê wek roja destpêkirina dewama îdarî di dibistanan de û 15`ê Îlonê wek roja destpêkirina dewama şagirtan, diyar kir.

Top