Başûr - Êdî welatî dikarin bi awayekî elektironîk gilî li karmendên hikûmetê bikin
Berdevkê rêveberiya devra Raperîn ya Başûrê Kurdistanê, Umer Hacî ji BasNewsê re got, Wezareta Navxwe ya Kurdistanê em agahdar kirine ku êdî welatî dikarin gilî û gazindeyên xwe li ser karmendên sivîl û serbazî yên hikûmetê bi rêka formeka elektironîk bigihînin dezgehên pêwendîdar .
Umer Hacî her wiha got, welatî dikarin malpera hikûmetê vekin û wê forma giliyan tijî bikin û bişînin. Ew form ji aliyê dezgehên pêwendîdar ve tê dîtin û dîvçûn li wan giliyan tê kirin.
Lînka malpera Wezareta Navxwe û forma giliyan:
http://moi.gov.krd/skalapage.php?fbclid=IwAR%D9%A3pQbm%D9%A1yAsg%D9%A8n_v%D9%A8%D9%A1ySXY%D9%A4KBNljywB%D9%A4Oirq%D9%A0wvJSAtvotZ%D9%A6uh%D9%A2n%D9%A6uEEmRA
Basnews
