• Friday, 13 February 2026
logo

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji ber serdana Diyarbekirê êrişî Îmamoglu kir

Gulan Media September 4, 2019 Nûçe
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji ber serdana Diyarbekirê êrişî Îmamoglu kir
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, bi tundî êrişî serokê şaredariya bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu kir ji ber serdana wî ya Diyarbekirê. CHPê jî bi tundî bersiv da.

Roja 31 Tebaxa îsal, serokê şaredariya bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu (endamê CHPê ye) çûbû bajarê Diyarbekirê û piştevaniya xwe bo serokên şaredariya bajarên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê, yên ku ji aliyê hikûmetê ve ji kar hatibûn dûrxistin, nîşan dabû.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu îro bi tundî êrişî Ekrem Îmamoglu kir û ragihand, eger tu ji derveyî karê xwe karekî din bikî “emê te şepirze bikin!”

Parlementerê CHPê Ozgul Ozel li ser twîttera xwe bi tundî bersiva Soylu da û got, eger tu bibî agir tu dê bi qasî xwe bişewitînî, di cihê xwe de rûnê!

Basnews
Top