Kerkûk...Ji ber beşdarî referandûmê bûn hejmarek efser û polîsên kurd hatin girtin!
Çavkaniyek ji rêveberiya polîsê Kerkûkê ji BasNewsê re ragehand, îro beşek mezin a efser û polîsên binkeya polîsê Erefe ya bajarê Kerkûkê ji aliyê karûbarên navxwe ve hatin bang kirin û piştî çûn bo lêpirsînê hemû hatin girtin, lê piştre hatin azad kirin.
Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, hemû ew efser û polîs kurdin û bo lêpirsînê hatibûn gazî kirin, ji ber beşdarî proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê kirine û deng ‘’Belê’’ dane û piştre bi kefaleta 3 milyon dînarê Iraqê hatin azad kirin.
Proseya lêpirsîn û girtina efser û karmendên polîs ên kurd ên hêzên ewlehiya bajarê Kerkûkê, piştî 16ê cotmehê destpê kir û heta naha jî berdewam dike.
Basnews
