• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Mûsilê kir

Gulan Media September 3, 2019 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Mûsilê kir
behsa rewşa îdarî ya Mûsilê kirin
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Mûsilê Mensûr Murîd kir.

Di hevdîtinê de rewşa îdarî û xizmetguzarî û debara nîştecihên Mûsilê û parêzgeha Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan û her wiha rewşa koçberan û proseya vegeriyana navçeyên wan hate nirxandin.

Di vê civînê de Serok Barzanî ji bo îdareya Mûsilê, li karên wan yên bi navê xizmeta xelk û baştirkirina rewşa jiyana koçberan de palpiştiya xwe ya tevahî ragihand.

Her di vê hevdîtinê de tekez li ser pêwîstiya hemahengiya berdewam ya di navbera Herêma Kurdistan û parêzgeha Nînowa de kir.

Top