• Thursday, 12 February 2026
logo

Zerîf bo Rûdawê: Rewşa navçeyê rê nade ku Pirsa Kurd bibe pirsa sereke

Gulan Media September 3, 2019 Nûçe
Zerîf bo Rûdawê: Rewşa navçeyê rê nade ku Pirsa Kurd bibe pirsa sereke
Wezîrê Derve yê Iranê, Mihemed Cewad Zerîf ji Rûdawê re ragihand, “rewşa navçeyê rê nade ku Pirsa Kurd bibe pirseke mezin a navçeyê.” Zerîf herwiha diyar kir, Kurd beşek in ji xelkê navçeyê û divê mafên wan parastî bin û nîgeraniyên wan bêne berçavgirtin.

Piştî serdana xwe ya bo Moskowê û civîna li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de li ser kurdan axivî.

Mihemed Cewad Zerîf di derbarê navçeya aram û rewş û mafên kurdan de, bersiva pirsa peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Moskowê da û ragihand, rewşa navçeyê rê nade pirsa Kurd bibe pirsa mezin a navçeyê.

Zerîf eşkere kir, ku ew dê sibe ligel şanderê navdewletî yê bo karûbarên Sûriyê Geir Pedersen bicive û ew dê bi hev re pirsa destpêkirina karên komîteya nivîsandina destûra Sûriyê gutûbêj bikin.

Cewad Zerîf da zanîn, nabe danûstandinên Astana bêne piştguhxistin û got, divê danûstandinên Cinêv cihê danûstandinên Astana negre û herdu prose hev temam bikin.

Zerîf wiha axivî: “Li Tehran ez dê ligel birêz Pedersen bicivim, eger bernameyên me neyên guhertin. Em li Sûriyê tekezî li ser berdewamiya proseya Astanayê dikin, ji ber ku niha li Sûriyê proseyeke serkeftî heye, em li Sûriyê rikberê ti aliyan nînîn. Astana mekanîzmek e ji bo kêmkirina aloziyan û şopandina tedbîrên siyasî li Sûriyê serkeftî bûye. Ti hincetek tune ye ku mekanîzmeke serkeftî li hemberî mekanîzmeke ne serkeftî bê piştguhxistin.

Em amade ne li axaftinên Pedersen guhdar bikin, pêşniyarên wî bibihîsin, lê ez bawerim ku proseya Astana proseyeke serkeftî bûye û divê îro civaka navdewletî ji bo bidawîanîna karên komîteya nivîsandina destûr li ser bingeha rêkeftina ku di navbera me de heye, alîkar be. Bi saya xwedê, encamên wê aloziyên ku li Sûriyê hene, kêm bike.”

Wezîrê Derve yê Îranê amaje bi nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê rewşa Sûriyê de jî kir û diyar kir, Tehran ji nîgeraniyên ewlehiyê yên Enqerê fêm dike, lê pêwîst e ku hikûmeta Tirkiyê nîgeraniyên xwe yên ewlehiyê li gel hikûmeta Sûriyê çareser bike, ne li gel Amerîkayê.

Mihemed Cewad Zerîf got: “Em ji nîgeraniyên dostên xwe yê Tirk, ji bo parastina ewlehiya sînor û parastina xelkê wê fêm dikin, lê belê bo çareserkirina vê nîgeraniyê, di çarçoveya yasaya navdewletî û parastina serwerî, yekparçeyiya ax û serxwebûna Sûriyê de be. Em berdewam amade ne li gel dostên xwe yên li Tirkiyê û dostên xwe yên Sûriyê, bi piştevaniya Rûsyayê alîkar bin.”

Di derbarê navçeya aram û hebûna hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de jî, Wezîrê Derve yê Îranê tekezî li ser wê yekê kir, ku Îran hebûna Amerîkayê li rojhilatê Firatê qebûl nake.

Zerîf got: “Em di esas de hebûna Amerîkayê li rojhilatê Firatê qebûl nakin, ku bo rewakirina vê hebûnê, dostên me yên Tirkiyê li gel Amerîkayê danûstandinê dikin, çimku her karek ku rewatiyê bide hebûna Amerîkayê li Sûriyê, ji aliyê me ve nayê qebûlkirin, Sûriye nabe cihek bo Amerîkayê. Amerîka heta niha ji bilî ziyan ji bo armancên ne Sûrî, tiştekî din nedaye xelkê navçeyê.”

Zerîf amaje bi êrîşa vê dawiyê ya Amerîkayê li sînorê Idlibê jî kir û da xuyakirin, “ew pêngava vê dawiyê ya Amerîkayê bi hinceta rûbirûbûna terorê li Idlibê, rêkeftinek ku bi zehmetî bidest hatibû, xiste metirsiyê.”

Wezîrê Derve yê Îranê destnîşan kir: “Hemû peywendiyên vê navçeyê, divê bi arasteya parastina mafên hemû xelkê navçeyê be. Ji wan jî nîgeraniyên dostên me yên tirk. Bi baweriya me, bingeha hebûna Amerîkayê li Tirkiyê, rojhilatê Firatê û Sûriyê, di zirara xelkê hemû navçeyê de ye.”

Rudaw
Top