Şîrovekar: Îmamoglu xwast bibêje, ez serdest im hûn bindest in
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, ji ber jikardûrxistina Hevserokên Şaredariyên HDP'ê û danîna qeyûman, ji bo piştgiriyê 31'ê Tebaxê serdana Diyarbekirê kiribû. Îmamoglu li Şaredariya HDP'ê ya Peyasê bi hevserokên ku ji kar hatine dûrxistin, Ednan Selçûk Mizrakli û Ehmed Tirk û parlementerên HDP'ê re hevdîtinek pêk anîbû. Îmamoglû, portreya ku Ataturk guhdariya cotkarekî dike diyarî Hevseroka şaredariya Peyasê Kezîban Yilmazê kir. Lê belê ev diyarî ji aliyê raya Kurd ve rastî bertekê hat. Mafnas û şîrovekarê siyasî Fahrî Karakoyûnlû got; Îmamoglu ev diyarî bi zanebûn vebijartiye û dixwaze bibêje em serdest in, hûn bindest in.
Fahrî Karakoyûnlû ji K24ê re got: "Ev wêneyê ku wekî xulam û efendî tê de cih digire çima hat bijartin? Dibêjin; em efendî ne lê hûn xulam in, hûn kole ne, divê hûn vê bizanin. Dixwazin bi vî wêneyî Kurdan terbiye bikin. Terbiyekirina Kurdan gihiştiye kîjan astê wê nîşan didin. Lê divê Kurd hişyar bin."
Li gorî belgeyên dîrokî, ev wêne piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê ango di sala 1930'î de li bajarê Tokatê hatiye girtin. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî; Îmamoglu hesasiyetên civaka Kurd li ber çavan negirt û got; ev xala me ya hevpar e lê diviya demokrasî û mafên mirovan wekî xalên hevpar werin destnîşankirin. Şîrovekarê siyasî Reha Ruhavîoglu jî got; Îmamoglû xwest ku hevsenga di navbera dengdêrên Kurd û Tirk de biparêze lê bi vê portreye ji Kurdan re dibêje; hûn stûxwar û belangaz in.
Reha Ruhavîoglu dibêje: "Li gorî nêrîna min serdan Îmamoglu ya ji bo HDP'ê hin aliyên ku piştgiriyê didin CHP'ê dilgiran dike. Îmamolgu ji bo CHP'ê hevsengiyekê çêdike. Gavên ku CHP ji bo Meseleya Kurd diavêje li aliyekê mêzînê cih digire û ev wêneyê ku Îmamoglu diyarî dike jî li aliyeke mêzînê cih digire. Ango Îmamoglu CHP dibêje; ez van gavan dihavêjim lê rastiya min jî ev e."
Şaredarên HDP'ê jî wêneyê yek ji Sembolên Diyarbekirê; Mînareya Çarling ya ku Tahîr Elçî li ber lingên wê hatî kuştin diyarî Îmamoglû kir. Piştî diyariyan Îmamoglu û HDP'yî bi hev re kebaba cegera Diyarbekirê xwarin. Li vê derê li ser bertekên civaka Kurdan Ednan Selçûk Mizrakli jî kefiya simsimî ku yek ji sembolên Kurdan e, diyarî Îmamoglu kir.
K24
