• Thursday, 12 February 2026
logo

Kake Heme: Divê hemû partî Kak Mesûd bo serokatiya Encûmena Siyasî erkdar bikin!

Gulan Media September 3, 2019 Nûçe
Kake Heme: Divê hemû partî Kak Mesûd bo serokatiya Encûmena Siyasî erkdar bikin!
Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd daxwaza damezrandina encûmenekî şêwirmend bo herêma Kurdistanê dike û radigehîne ku divê hemû partî bixwe Kak Mesûd bo serokatiya wê encûmenê erkdar bikin.

Mihemed Hacî Mehmûd ku wek Kake Heme tê nasîn, ji Dengê Amerîkayê re ragehand, pêwîste encûmenekî şêwirmend a siyasî li herêma Kurdistanê bê damezrandin, ku hemû partî jî nav de cîh bigrin.

Herwaha wek sedema damezrandina wê encûmenê jî bo beşdarbûna hemû partiyan di wergirtina biryarên siyasî yên herêma Kurdistanê rawe kir, ji ber gelek partî hene ne di Parlamentoyê de ne û ne jî di hikûmetê de cîh digrin.

Li gor sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, ti partiyek û YNK jî nav de li dijî çêkirina wê encûmenê nîne û got: ‘’Hin biraderên polîtburoya YNKê wisa baş didîtin ku navê wê encûmenê Encûmena Şêwirmend be.’’

Derbarê serokatiya wê encûmenê de jî Mihemed Hacî Mehmûd ragehan: ‘’Li gor min divê hemû partî bixwe pêşneyar bikin û daxwazê ji Kak Mesûd bikin bo serokatiya wê encûmenê. Ji ber Serok Barzanî kesayetekî diyar û naskirî û xwedî pêgeh e.’’

Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir, herçend naha serok Barzanî xwedî ti peywirekî fermî jî nîne, lê hemû şandeyên biyanî dema tên Kurdistanê, bê hevdîtin û wergirtina nêrîna wî li ser pirsên cuda yên Kurdistanê nawegerin welatê xwe.

Herwaha got, serok Barzanî pêwîstiya wî bi peywirê tine ye, lê kurd bo serokatiya encûmena siyasî ya şêwirmend pêwîstiya xwe bi kesayeta Serok Barzanî heye.

Basnews
Top