• Thursday, 12 February 2026
logo

Lavrov: Pêdivîye Kurd bên parastin

Gulan Media September 3, 2019 Nûçe
Lavrov: Pêdivîye Kurd bên parastin
Wezîrê derve yê Rûsya dupatî li ser pêdivîya parastina Kurdan li rojavayê Kurdistanê kir bi awayekî ku pirsgirêka wan nebe pirsgirêkeke herêmî.
Sêrgî Lavrov wezîrê derve yê Rûsya li dor hewlên damerzandina devera aram li rojavayê Kurdistanê ragihand: Pêdivîye Kurd li Sûrîyê û taybet devera aram bên parastin, bi awayekî ku bi hinek biryaran rê bê girtin pirsgirêka kurdî bibe pirsgirêkeke herêmî ya bi tirs.
Lavrovî got jî: Ew çavdêrîya pêşveçûnên girêdayî livînên Tirkiyê û Amerîkayê yên damezrandina devera aram li bakurê rojhelatê Sûrîyê dikin û piştevanîya wan rêkkeftinan dikin yên alîkarîya kêmkirina hevrikîya leşkerî dikin û azarên welatîyan kêm dikin û li çareyên sîyasî bo qeyrana Sûrîyê digerin, lê hevdem pêdîvîye ew biryar û rêkkeftine ew bin yên xaka Sûrîyê bo jêr kontrola dewleta navendî vedigerînin.

Waar.tv
Top