Serkirdeyekî Heşda Şeibî hat kuştin
Medyaya Iraqê belav kir, Derengê şeva bûrî çekdarên DAIŞê li nêzîkî bajarê Samera li parêzgeha Selahedîn êrişî grûpa Seraya Selam ya Heşda Şeibî kirin.
Li gorî agahiyan, şerekî giran di navbera her du aliyan de derket ku di encamê de serkirdeyekî Seraya Selam bi navê Cemal Îbrahîm Dilêmî hat kuştin û 4 çekdarên din jî birîndar bûn.
Grûpa Seraya Selam di nav Heşda Şeibî de ye, lê di bi fermana serokê bizava Sedir Muqteda Sedir tev digere dike.
