• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka di şerê Îsraîl û Hizbullahê de pişta Îsraîl girt

Gulan Media September 2, 2019 Nûçe
Amerîka di şerê Îsraîl û Hizbullahê de pişta Îsraîl girt
Amerîka di şerê Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê de pişta Îsraîl girt û ragihand, mafê Îsraîl e xwe biparêze.

Duhî Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê baregehên hevdû yên nêzîkî sînorên Lubnan û Îsraîlê dan ber top û mûşekan.

Piştî wê aloziyê, serokwezîrê Lubnan Seid Herîrî daxwaz ji Amerîka û Fransa kiribû pêşiya mezinbûna wî şerî û aloziyê bigirin.

Lê berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka ji Reutersê re ragihand, helbet Amerîka ji wê rewşê nîgeran e lê mafê Îsraîl e jî xwe biparêze.

Wî berpirsê Amerîkî, ku nexwastiye navê wî were eşkerekirin, da xuyakirin ku divê Hizbullaha Lubnanê ji wan kar û reftarên ku ewlehiya Îsraîl tehdîd dikin, dûr bikeve.

Basnews
Top